Karwanên Başûrê Kurdistanê li Hewlêrê ne

Karwanên gelê Başûrê Kurdistanê gihîştin benda di navbera Koye û Hewlêrê de.

Hewlêr- Ji gelek deverên Başûr û Bakurê Kurdistanê ji bo piştevanî û parastina Rojavayê Kurdistanê, bi hezaran kesan berê xwe dane Rojavayê Kurdistanê. Îro danê sibehê ji bajarê Silêmanî û bajar û bajarokên din ên Başûrê Kurdistanê, welatî ji bo piştevaniya berxwedana Rojava daketin rê.

Niha karwanên gelê başûrê Kurdistanê gihîştin benda di navbera Koye û Hewlêrê de.

Ciwanên Kerkukê jî berê xwe dan Rojava
Ji Kerkûkê karwanê gel ji bo bersivdayîna banga seferberiya giştî, ber bi Rojavayê Kurdistanê ve bi rê ket. Bi sedan kes bi otobusan ji Kerkûkê derketine rê.